Li Gola Wanê qaqlîbaz ji nêza dimirin

06-08-2023
RÛDAW
Her sal bi milyonan Qaqlîbaz di havînê de li Gola Wanê kom dibin
Her sal bi milyonan Qaqlîbaz di havînê de li Gola Wanê kom dibin
Nîşan Qaqlîbaz Gola Wanê Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal bi milyonan qaqlîbaz demsala havînê li Gola Wanê kom dibin lê îsal ji ber guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê hejmareke zêde ya wan ji nêza mirine.

Gola Wanê di demsala havînê de mazûvaniya bi milyonan qaqlîbaz dike.

Îsal ji ber guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê hêjmarek zêde ji wan qaqlîbazan ji nêza mirin.

Ji sedî 99ê qaqlîbazên ku mirine çêlîk in.

“Gelek curên ajalên kovî berê xwe didin Gola Wanê”

Rêveberê Navenda Parastina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Lokman Aslan got:

“Navenda Parastina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bi hemû pirsgirêkên ajelên kovî yên li derdora gola Wanê re mijûl dibe. Ji bo parastina wan ajelan û ji bo jiyana xwezayî û hevsengiya ekolojîk were parastin, xebatên me berdewam dikin.

Ji ber ku li derdora Gola Wanê cihên mêrg û av zêde ne gelek curên ajalên kovî berê xwe didin vê deverê.”

Qaqlîbaz çêlîkên xwe li Gola Wanê mezin dikin

Her sal bi milyonan qaqlîbaz di dawiya meha sibatê de berê xwe didin giravên Axtemarê, Adirê, Çarpenaxê û Girava Çûkan ên Wanê, li wir hêk dikin û heta meha tebaxê ku çêlîkên wan mezin dibin li wir dimînin.

Qaqlîbaz bi masiyên di çem û rûbarên derdora golê de xwe xwedî dikin.

Masiyên Gola Wanê ji bo hêk bikin di 15ê Nîsanê de ber bi rûbaran ve koç dikin û qaqlîbaz jî bi nêçîra wan masiyan dijîn û çêlîkên xwe mezin dikin.

Prof. Dr. Lokman Aslan herwiha got, “Qaqlîbazên ku îsal hatine dinê, niha ji wê giravê koç kiriye. Rêveberiya Parastina Parka Nîştimanî, Şaredarî û Parêzgariya Wanê bi hevkarî divê wan giravan ji termê wan qaqlîbazan pak bikin.”

Qaqlîbaz dimirin

Îsal ji ber guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê ava rûbaran zû kêm bû û koça masiyan ya ber bi wan rûbaran zû bi dawî bû.

15ê Tîrmehê êdî koça masiyan rawestiya. Dema masî neman qaqlîbaz birçî man.

Qaqlîbaz ji ber ku êdî tiştek nema ku nêçîra wan bikin mirin û bi taybetî jî çêlîkên wan dimirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst