Xortek ket Gola Wanê û tê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşe yê Wanê xortek ji bo ku hênik bibe ket Gola Wanê û tê de xeniqî.

Muhammet Kabîr Pacalê 16 salî li nêzî Taxa Çelebîbagê ket golê û êdî jê derneket.

Li ser agahdarkirina kesên derûdorê ekîbên Ewlehiya Qeraxan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ekîban di golê de lêgerîn kir û cenazeyê Muhammet Kabîr Pacalê derxist.

Wan cenaze bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.

Ji aliyê din ve Murat Koçê 51 salî jî xwest Pacal xelas bike û ew jî hindik mabû ku bixeniqe.

Murat Koç li nexweşxaneyê tê dermankirin û hat gotin ku rewşa wî baş e.