Hêzên Ewlekariya Hundirîn derberê êrişa li Qamişlo de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê derbarê teqîna li Qamişlo ragihand ku droneke Tirkiyê otomobîlek bombebaran û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rêvberiya Xweser derbarê teqîna li taxa pîşesazî ya bajarê Qamişlo de daxuyaniyek da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar dike ku wan lêkolînên xwe yên destpêkê bidawî kirine û dibêje: “'Li gorî encamên lêpirsîna destpêkê ku hêzên me derbarê teqînê vê êvarê 6ê Tebaxê ya saet 16:21an a li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo bi dest xistine, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek kir hedef.”

Li gor daxuyaniyê di encamê de 4 kes ku ji wan 2 zarok bûn canê xwe ji dest dane û 2 welatî jî birîndar bûn.

Herwihya hat zanîn ku rewşa birîndaran giran e, rakirin nexweşxaneyan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Ziyanên mezin ên madî gihiştin erebeyan û dikanên pîşesaziyê. Hêzên me lêkolînên ji bo naskirina nasnameyên şehîdan dewam dike.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser di heman demê de dibêje êrişên berdewam ên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, encamên bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan e ku ewlehî û istiqrara herêmê dike armanc.