Li kampên Herêma Kurdistanê ji ber zibil metirsiya nexweşiyan

06-08-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Rojava Kampa Kewirgosk Herêma Kurdistanê Zibil UNHCR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampên li Herêma Kurdistanê yên ku penaberên Rojavayê Kurdistanê lê dimînin, ji ber ku rêxistina UNHCR dev ji paqijkirina kampan berdaye, rûbirûyî mestirsiyeke mezin a nexweşiyan mane.

Ji 1 meha 7an a îsal ve UNHCR destê xwe ji sektera WASH anko paqijiyê rakiriye û bûye sedema kobûna zibil di nava kampan de.

Bi gotina nişteciyên kampê, kombûna zibil û gilêşê bandor li hemû sekterên jiyana wan kiriye, ku bûye sedema sistbûna karê wan jî.

Penaber Silêman Yasîn  got "Êdî kar gelek lawaz bûye. Êdî ji ber bêhna gilêş, kes nayê û nan nakirê û bazar jî kêm bûye. Berî niha me rojane heta 3 kîs û nîv ard bikar tanî, lê niha êdî bizorê em 2 kîsan çêdikin."

Pêwîste ji her du rojan carekî, kamp werin paqijkirin, lê bi gotina xelkê di dema mehekî de tenê carekî hatiye paqijkirin.

Endamê encumena kampa Kewirgoskê Ebdulrehman Sedî dibêje "Berî cejna Qurbanê, me daxwaz ji şarewaniya Kewirgoskê kir ku zibil ji nava kampê rakê, wê demê rakirin û heta niha tu aliyekî yan jî rêxistinekî tu alîkarî ji me re nekirine."

Penaber Xebat Şêxmûs  anî ziman "Hebûna gilêşê di nava kampê de gelek astengî bo me drust kirine. Zarokên me nexweş ketine û nexweşî jî di nava kampê de belav bûne."

Ebdulrehman Yosif  "Rewş gelekî xirab e, em bi hêvîne ku otombîleke gilêşê bişnin kampê ji bo ku ev babet were çareserkirin."

Li gor rêveberiya kampa Kewirgosk, paştirîn çareserî ew e ku UNHCR palpiştiya xwe bo kampa dirêj bike, UN jî dibêje êdî aliyên xizmetguzarî di nava kampan de bi hikûmetê ve girêdayî ye.

Rêvebera Kampa Kewirgoskê Îman Cebelî destnîşan kir "Çareseriya vê babetê ew e ku UNHCR palpiştiya xwe ya darayî heta demekê din dirêj bike, yan jî bila hikûmet were ser xetê ji ber ku rewşa kampan gelekî xirabe bi taybet di werzê havîne de nexweşî ji gilêş çêdibin."

Berdevkê ragihandina UN li Iraqê Fîras El-Xetîb got "Bi rastî niha rêkeftinek di navebra UNHCR û dezgehên hikûmetê de heye.

Li gor wê rêkeftinê, hemû erkên xizmetguzarî hatine raspartin ji bo hikûmetê û di çarçoveya kêmbûna palpiştiya darayî, êdî pere têne xerickirin ji bo çareseriyên demdirêj, weku avakirina dibistan, bingehên tendirustî û gelek projeyên din, ji bo ku hem penaber û hem welatê ku van penaberan li xwe digre mifayê ji wan projeyan bike."

UNHCR ji destpêka îsal ve palpiştiya darayî li ser sekterên av, karebe û berî niha li ser perwerdê birîne. Dawî car li ser sekterê WASH anko yê paqijiyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst