Abdullah Tarhan: Ji ber ku ez neheqiyê qebûl nakim min ji AKPê îstifa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Şaredariya Heskîfê ya Êlihê Abdullah Tarhan diyar kir ku rêveberên AK Pariyê yên li navçeyê endamên malbata xwe xistine kar û got: “Ji ber ku ez neheqîyê qebûl nakim min ji AKPê îstifa kir.”

Serokwekîlê Şaredariya Heskîfê ya Êlihê Abdullah Tarhan beriya 2 rojan bi nameyekê dest ji endamtiya AK Partiyê berda bû. Weke sedem jî gotibû, gendelî di nava şaredariyê de zêde bûye û berpirs tenê mirov û nas û dostên xwe didin pêş û zarokên xelkê betal in.

Abdullah Tarhan ku ev 40 sal e bi siyasetê ve mijûl e, ligel Peyamnêrê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akinci li gel behsa sedemên xwe yên îstifakirina ji AK Partiyê kir.

Abdullah Tarhan, da zanîn ku ev 5 serdem in bi Şaredariya Heskîfê re dixebite û siyasetê dikin û wiha got: “Şaredariya me biryar da ku ev 4-5 meh in dibêje ew dê nebe namzet. Serokê navçeya me jî heman tiştê dibêje. Û êdî guh nadin tiştekî. Em jî derbasî navenda navçeyê ya nû bûn. 400-500 ciwanên me bêkar in. Erdê me tune. Serokê me dibêje ev biraziyê min e, ev xwarziyê min, ev pismamê min e û ji bo kar werdigire.  Ev rewş li zora gelê Hesenkêfê diçe."

Tarhan destnîşan kir ku hemû kadroyên ku ji bo navçeyê hatine veqetandin Şaredar di nava endamên malbata xwe de belav kirin û got ku yên hatine erkdarkirin xizmên hev in û xwedî heman paşnav in.

Bi gotina Tarhan, vê rewşê ew xistine tengasiyê û got, ji ber ku ne di kesayeta ku neheqiyê qebûl bike ji ber wê îstîf kiriye.

Tarhan herwiha da zanîn ku wî berê jî der barê vê mijarê de hişyarî dabûn parlamenter, şaredar û serokê navçeyê yê AK Partiyê, lê ji ber ku kes bi gotina wan re eleqedar nebû biryara îstîfayê da. Tarhan destnîşan kir ku hemû kadroyên ji bo navçeyê hatine veqetandin li ser endamên malbatê hatine belavkirin.

Tarhan got, “Ez neheqiyê qebûl nakim. Min hemû jiyana xwe di nava siyasetê de derbas kiriye. Min nikarî neheqiyên ku tên kirin qebûl bikim. Ew bi hêza min li vir bûn desthilatdar. Ji ber desthilatdariya min, malbata min û derdora min hatin desthilatdariyê. Li şûna ku ciwanên Hesenkêfê bigrin, zilamên xwe girtine kar. Êdî ti mal li Hesenkêfê dengê xwe nade wan.”

Serokwekîlê Şaredariya Heskîfê ya Êlihê herwiha eşkere kir ku şaredar û serokê navçeyê yê AK Partiyê bêyî nêrîn û erêkirina wan, zêdeyî 40 xizmên xwe girtine kar got: “Kesê ji me nedizanî ew ji bo kar hatine wergirtin. Piştî 10-15 rojan me dît. Ev rewş ev 2 sal in gav bi gav berdewam dike."

Tarhan bi bîr xist ku li Heskîfê gelek ciwan bêkar in û destnîşan kir ku rêvebirên rêxistina AK Partiyê ya navçeyê û şaredariyê hema hema karsaziyek malbatî ava kirine.