Nifşê Nû: 7 parlamenter û 35 çalakvan hatin desteserkirin

06-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Nifşê Nû ragihand, di xwepêşandana îro de tevî komek ji rojnamevanan hemû serkirde û hejmarek xwebeşxên wan hatine desteserkirin.

Li çend bajarên Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 6ê Tebaxa 2022yan 06-2022  xwepêşandan hatin kirin Tevgera Nifşê Nû li ser Facebookê dîmenek belav kir û dibêje, "Hemû serkirde û xwebexşên Nifşê Nû hatin girtin.  Herwiha bi sedan kesên din bêserûşûn in.”  

Li gorî wê daxuyaniya Tevgera Nifşê Nû, 7 parlamenter û 35 çalakvan hatine desteserkirin. Parlamenterên Nifşê Nû yên hatine desteserkirin ev in: Bedriya Îbrahîm, Viyan Ebdulezîz, Rêbwar Ewrehman, Omêd Mihemed, Mijde Mehmûd, Aryan Tawgozî û Mofeq Hisên.

Ji aliyê din ve Rêvebirê Navenda Metro ya parêzgarîya mafê rojnamevanan Rehman Xerîb ji Rûdawê re ragihand, ku di heyama 24 demjimarên derbasbûyî de 11 rojnamevan li parêzgehên Silêmanîyê, Hewlêrê û Duhokê ji alîyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin. 

Rehman Xerîb got, "Weke Navenda Metroyê em daxwaza azadkirina desteserkiriyan dikin  û eşkere jî dikin ku hêzên ewlekariyê ji bo girtina hin rojnamevanan avêtine ser mal û ofîsên wan."

Kesên hatine desteserkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst