Mitînga HDPê li Amedê; Çareserî em in

Hewlêr (Rûdaw) - Mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi dirûşma “Çareserî em in” li Qada Îstasyonê ya Amedê tê sazkirin. Hesvserokê HDPê Mîthat Sancar di mîtîngê de rexne li polîtîkayên desthilata AK Partiyê girtin û got: “Desthilat her ku destê wê teng dibe dest bi planên  nû yên şer dike. Ew operasyonên li Başûrê Kurdistanê dimeşînin, parçeyek ji armancên wan in ku dixwazin vê erdnîgariyê bikin qada şer. Niha jî planên êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dikin û derî bi derî digerin daku mohleta şer werbigirin.”

Îro 6ê Tebaxa 2022ê mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Mitînga HDPê ya bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li Qada Îstasyonbi tevlibûna bi hezaran kesan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Her yek ji Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk gotarên xwe pêşkêşkirin û peymanên debarê aşitî, çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên li Tirkiyê dan û rexne li polîtîkayên desthilatê yên li dijî Kurdan girtin.

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk di gotara xwe de komkujiyên di dîrokê de li dijê Kurdan hatine kirin bibîrxistin û got: “Em ji opozîsyonê re jî dibêjin çareserî bi gerdenazakirinê re nabe û heta ku hesabê komkujiya Geliyê Zîlan, Komkujiyên Dêrsimê neyê dayîn em dê çawa ji hev helaliyê bixwazin.”

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz jî ragihand ku desthilatên heta niha yên Tirkiye bi ti awayî nekarîne pirsa Kurd bi polîtîkayên şer çarser bikin û bang li desthilatê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde. Aydenîz ragihand ku tişta  îro li Başûrê Kursdistanê tê kirin polîtîkayeke îlhakê ye û  Tirkiye  dixwaze li wir û li Rojavayê Kurdistanê êrîşî destkeftên Kurdan bike û Kurdistanê weke metîngarî bikarbîne.

Sancar: Desthilat ji bo  êrîşa li  ser Rojavayê Kurdistanê derî bi derî digere

Di berdewamiya mîtîngê de Hevserokê HDPê Mîthat Sancar gotara xwe pêşkêşkir û  got: “Desthilat herku destê wê teng dibe dest bi polîtîkayên nû yên şer dike û ji Tehranê heta Soçiyê derî bi derî digere daku mohletê bo operasyoneke  li Rojavayê Kurdistanê werbigire.”

Mîthat Sancar herwiha got: “Desthilat herku destê wê teng dibe dest bi planên  nû yên şer dike. Ew operasyonên li Başûrê Kurdistanê dimeşînin, parçeyek ji armancên wan in ku dixwazin vê erdnîgariyê bikin qada şer. Niha jî planên êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dikin. ji bo ku îradeya Kurdên li wir bişkînin derî bi derî digerin û mohleta şer dixwazin. Ji bo şer û operasyonan ji Tehranê heta Soçiyê li her deriyekê didin. Lê bila vê yekê bizanin, li vî welatî bi milyonan kes hene ku şer birawestînin. Em vê dizanin. Pêdivî bi wê têkoşîn û siyasetê heye ku van milyonan bîne cem hev. Ew siyaset li cem me ye û em dê serkêşiya wê têkoşînê jî bikin.”

Ev heftiyeke rêkxistinên HDPê û parlamenterên wê amadekariya vê mitîngê dikirin û li bazaran li ser dikandaran digerin ji bo wan ji mitîngê agahdar bikin.