PDKS: Emîn Îsa di bin îşkencê de hatiye kuştin

06-08-2021
RÛDAW
Endamê Polîtburoya PDKSê Beşar Emîn
Endamê Polîtburoya PDKSê Beşar Emîn
Nîşan Emîn Îsa Rojavayê Kurdistanê ENKS PDKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîn Îsa beriya 40 rojan di zîndaneke Hesekê de canê xwe ji dest dabû û endamekî Polîtburoya PDKSê jî dibêje, "Emîn Îsa di bin îşkencê de hatiye kuştin."

Li gundê Nofeliyê yê Dirbêsiyê bi boneya 40 rojiya Emîn Îsa Emîn ku di zindanê de canê xwe ji dest da, Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye çalakiyek rêk xist.

Di çalakiyê de hejmareke serkirdeyên wê partiyê û yên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdar bûn.

Endamê Polîtburoya PDKSê Beşar Emîn û apê Emîn Îsa ji Rûdawê re dibêjin, ji ber ku HSD bersiva daxwazên wan nedaye, ew ê doza kuştina Emîn Îsa vekirî bihêlin û dê aliyên navdewletî ji doza xwe agahdar bikin, heta ku bersiva daxwazên wan tê dayîn.

Beşar Emîn dibêje, helwesta aliyên navdewletî li hember vê bûyerê li gel wan cihê dilxweşiyê bû û diyar dike, hejmareke daxwazên wan ji HSDê hene ku ew jî "vekirina gora Emîn Îsa, îtîrafa bi kuştina di bin îşkencê de, daxwazê lêborînê ji malbatê û cezakirina kesên encamderên bûyerê."

Emîn Îsa Elî roja 28ê Hezîranê di zindana Xiwêran a Hesekê de canê xwe ji dest daye, malbata wî dibêje, Emîn di jêr “îşkenceyê” de hatiye kuştin û wêneyên laşê wî li ser torên civakî belav kirine ku şopên îşkenceyê li ser tên dîtin.

Lê Rêveberiya Xweser vê yekê red dike û dibêje, ew xort bi “celteya mejî” miriye û tekez dike, wêne û dîmenên cenaze ku hatine belavkirin, bi fotoşopê hatine amadekirin.

Emîn Îsa Elî ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê û 35 salî bû, zewicî bû û 2 zarokên wî hene.

Malbata Emîn Îsa daxwaz ji Rêveberiya Xweser û herwiha rêxistinên navdewletî kiriye, ku derbarê bûyerê de lêkolîneke bê alî bê destpêkirin. Malbatê herwiha ragihandiye, ew amade ne ji bo vekirina tirbê û keşfa termê Emîn Îsa bi amadebûna ragihandinê û komîteyeke pizîşkên bêalî.

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser têkildarî mirina Emîn Îsa de 29ê Hezîranê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di encamên lêkolînkirina cenaze de diyar bû ku şopên tundî û îşkenceyê lê tunene. Li gorî raporên bijîşkan, sedema wefata wî krîza mejî ye ku encama aloziyeka rehan de derket.”

Li aliyeke din Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bûyera mirina Emîn Îsa weke “kiryareke tawankarî” bi nav kirine û daxwaza lêkolîneke bilez a bê alî derbarê bûyerê de kirine.

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû, “Armanc ji van îdiyan belavkirina fitneyên û reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye” û tekez kiriye, “Heger gumanên malbatê li ser rewşa wefatê hebe, em dikarin komîteyeke lêpirsînê ava bikin da ku sedema wefatê lêkolîn bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst