Li Tirkiyê grûpekê êrîş bir ser weşana zindî ya Halk TV

06-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kanala Halk TV a ku nêzîkî Partiya CHP ye, li bajarokê İçmeler ê ser bi Muglayê ve di dema weşana zindî a bernameyeke taybet de rastî êrîşa grûpekê hat. Wan kesan bi hinceta ku ew bername zanyariyên ne di cî de belav dike êrîş birine ser û piştî êrîşê 5 kes ji wan hatin desteserkirin.

Tê gotin ku bername li ser agirên daristanan bûye ku ji 28ê Tîrmehê ve her berdewam e û hîna jî bi temamî nehatine kontrolkirin. Bername li parkeke bajarokê İçmeler ê ser bi Muglayê ve dihat pêşkêşkirin û di dema weşana zindî de, tîma weşanê bû armanca êrîşa grûpekê.

Êrîş ji aliyê mêvanekî bernameyê ve hat tomarkirin û li ser medyaya civakî hate belavkirin.

Di dema agirê daristanan de hinek grûpên alîgirên desthilatê bi hinceta ku opozîsyon vê karesatê li dijî desthilatê bikar tîne êrîşî ser kes û dezgehan dikin. Hinek ji wan jî rêbendan datînin û li kurdan digerin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst