Sekreterê Hereketa Azadî Fevzi Bulgan îstifa kir

06-08-2020
RÛDAW
Nîşan Hereketa Azadî Fevzi Bulgan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Fevzî Bulgan ragihand ku wî îstifa kiriye û li şûna wî Cîgirê Sekreteê Giştî yê Hereketa Azadî Metin Pîranî, hate hilbijartin.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Fevzî Bulgan li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku wî ji erka ya sekreteriya îstifa kiriye.

Fevzî Bulgan diyar kir ku ew dê xebatên xwe weke Koordînatorê Giştî yê Hereketa Zimanê Kurdî berdewam bike.

Derbarê vê yekê de Bulgan ji Rûdawê re got: “Piştî şêwra ligel Hereketa Azadî û Hereketa Zimanê Kurdî, bi mebesta ku Hereketa Zimanê Kurdî serbixwe û bêalî be min îstefa kir.”

Bulgan diyar kir ku li şûna wî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metin Pîranî hate hilbijartin.

Herwiha Bulgan da zanîn ku ew weke Hereketa Zimanê Kurdî dê ji bo zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe fermî û zimanê perwerdeyê û vegerandina navên cihên Kurdî bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst