Myles Caggins: Ez bi xebata li gel Mezlûm Kobanî serbilind im

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins dibêje, ew serbilind e bi xebata li gel Mezlûm Kobanî û dixwaze li Rojava bimîne.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa rewşa navçeyê, xebatên wan û peywendiya wan a li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û xelkê kir.

General Myles Caggins derbarê rikaberiya hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê ku çend caran rê li ber hev girtibûn, diyar kir ku hemahengiya wan li gel Rûsyayê berdewam e lê diyar kir, "ev meseleke cidî ye û Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî protokolek heye û bi rêya wê hehahemgiyê li gel hêzên Rûsyayê dikin."

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî derbarê egera metirsiya çekdarên DAIŞê û milîsên Sûrî û Îranî li ser hêzên wan, dibêje "HSD bihêz e û dikare berdewam be li ser jinavbirina DAIŞê. DAIŞ li Hesekê gelek lawaz e, li Dêrezorê her nemaye û li nêzikî Firatê hinek şaneyên razayî hene. Hevpeymaniya Navdewletî jî berdewam li ser peywendiyên xwe yên li gel HSDê."

Myles Caggins derbarê erkê wan ê mayîna li Dêrezorê jî got, "li ser asta meydanî em serkeftî bûn di jinavbirina DAIŞê de lê DAIŞ heta niha jî metirsî ye. Erkê me yê sereke jî li gel HSDê jinavibirina DAIŞê ye. DAIŞê li wê deverê rojane 5 milyon dolar bi dest dixistin, em naxwazin ev bikeve destê DAIŞê. Ji ber wê yekê jî em hevakriya HSDê dikin li wê deverê ji bo parastina petrolê."

Li ser kuştina serok eşîrên Ereb li Dêrezorê jî Myles Caggins hevxewmiya xwe derbirî û got ku ew li ser lêkolînên xwe yên li gel HSDê berdewam in "ji bo zanîna wan karên terorîstî" û got, "Hinek grûp hene ku li derve tên û hewl didin wê peywendiya di navbera me, Ereb û HSDê de jinav bibin. Lê hevpeyamniya em li gel xelkê navçeyê berdewam e."

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li ser rêkeftina petrolê ya kompaniyeke Amerîkî li gel Rêveberiya Xweser jî amaje bi wê kir ku ew biryarên taybet in û got ku Hevpeymaniya Navdewletî beşdar nîne di wan guftugoyan de. Lê "derfeta aboriyê bo xelkê bakurê Sûriyê gelek girîng e. Jêrxane navçeyê jî lawaz bûye."

Myles Caggins tekez jî kir ku ew dê alîkarî û peywendiyên Hevpeymaniya Navdewletî yên li gel HSDê berdewam bikin û armanca wan bi temamî têkbirina DAIŞê ye.

Herwiha derbarê peywendiya xwe ya li gel Fermandarê Giştî yê HSD General Mezlûm Kobanî jî Caggins tekez dike ku ew bi xebata li gel Mezlûd Kobanî û naskirina wî serbilind e û diyar kir ku eger di destê wî de be ew dixwaze zêdetir li Rojavayê Kurdistanê bimîne û dibêje"Her kesê weke birayekê miaemele li gel min dikir û ji min re digotin 'kak Myles'."

Li aliyê din Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ji Rûdawê re ragihand ku binkeya Şedadî ya serbazî li başûrê Hesekê ne rastî êrîşê hatiye û ne jî şewat lê çêbûye.