Eger Iraq pere bişîne beriya cejnê mûçe tê dabeşkirin

06-08-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Mûçe Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekê ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku eger hikûmeta Iraqê weke Cejna Remezanê ya derbasbûyî, şandina pereyan ji bo mûçeyê pêş bixe, hemû kesên ku mûçe werdigrin dê mûçeyên xwe beriya Cejna Qurbanê werbigrin. Wezareta Darayî jî biryar daye ku sîstema dabeşkirina mûçeyan weke beriya qeyranê bike.

 

Ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê çavkaniyekê ji Rûdawê re eşkere kir: “Hêj ne diyar e gelo Bexda şandina 317 milyar dînarên mûçeyên Herêma Kurdistanê dê pêş bixe yan na. Beriya Cejna Remezanê ya derbasbûyî, Bexdayê şandina 317 milyar dînar pêş xist û di 11ê mehê de şand, bi vî awayî dabeşkirina mûçeyan pêş ket, eger vê carê jî pêş bixin, beriya cejnê mûçeyên hemû kesên ku mûçe werdigrin dê were dabeşkirin.”

 

Çavkaniya ji Wezareta Darayî amaje bi wê yekê jî kir ku Wezareta Darayî biryar daye ku sîstema dabeşkirina mûçeyan weke beriya qeyrana darayî bibe û "êdî hemû wezaret dê bi rêya beşên darayî yên xwe ji bo wergirtina mûçeyan werin agahdarkirin".

 

Ji pêncê vê mehê ve Wezareta Darayî dest bi dabeşkirina lîsteya yekem a mûçeyên fermanberan kirine, pere jî ji wê 378 milyar dînar tê dabînkirin ku her meh ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve ji bo mûçeyan tê dabînkirin. Ji bo dabeşkirina lîsteya duyem a mûçeyan jî, Wezareta Darayî li benda 317 milyar dînar e ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve piranî di 20ê mehê de tê şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst