HESKÎF – Şûnwarê dîrokî Hemama Artuklu tê veguhestin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Heskîf a Êlihê, hemama serdema Artukluyan ku 1500 ton e, ber bi Qada Çandî ya Nû ya Heskîfê tê veguhestin.

 

Hat ragihandin ku di çarçoveya Bendava Ilisu û Projeya HES de çend şûnwarên dîrokî yên li Heskîfa Bakurê Kurdistanê ji cihê ku bendav tê çêkirin, têne veguhestin.

 

Parêzgarê Êlihê Ahmet Deniz ji AAyê re ragihandiye ku tevî Hemama Artuklu, 6 şûnwarên dîrokî yên din jî dê werin veguhestin û dibêje: “Heskîf dê bi rastî jî nasnavê xwe yê dîrokî biparêze. Heskîf dê bibe navenda geştiyariyê.”

 

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) Murat Acu jî bi bîr aniye ku Tirbeya Zeynel Beg di 12ê Gulana 2017an de ber bi cihê xwe yê nû hat veguhestin û niha jî Hemama Artuklu ku di salên 1200î de hatiye çêkirin, tê veguhestin.

 

Murat Acu eşkere kiriye ku veguhestina Hemama Artuklu dê 6 demjimêr biajo û gotiye: “Em piştî Tirbeya Zeynel Beg, îro jî em Hemama Artuklu vediguhezînin. Zeynel Beg 1200 ton bû, ev jî 1500 ton e.”