Ji ber giştpirsiyê kurdên feylî ji Bexdayê tên derxistin

06-08-2017
Rûken Bagdu
Kurdên feylî
Kurdên feylî
Nîşan Kurdên Feylî Bexda Silêmanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) Li Bexda û bajarên din ên Iraqê, kurdên feylî bi darê zorê tên derxistin. Lewma ew neçar dibin xanû û milkên xwe berdin û werin Başûrê Kurdistanê.

 

Ji roja ragihandina dema giştpirsiyê heta niha, li Bexda û bajarên din ên Iraqê, helmet û zexta li dijî kurdên feylî zêdetir bûye. Beşek ji kurdên feylî yên bi eşkre gef li wan hatiye xwarin, niha hatine Silêmaniyê. Bi gotina wan, di nava rojê de grûbên çekdar çûne ser malên wan û gotine; “eger ji Bexdayê dernekevin, emê we bikujin.”

 

Yek ji wan kesên ku ji Bexdayê hatiye derxistin, kurdê bi navê Selah Hesen e. Ew bi malbata xwe ve hatiye Silêmaniyê û dibêje: “Piştî biryara giştpirsiyê, jiyana kurdên feylî li Bexdayê giran bûye.”

 

Selah Hesen behsa zextên ser kurdên feylî kir û got: “Ji me re gotin li Bexdayê nemînin, herin Kurdistanê. Çima hûn li vir in? Mal û karê me li Bexdayê ye lê em bi neçarî hatine vê derê. Ma ji bilî Kurdistanê herin ku derê?”

 

Çîroka gefa li ser kurdên feylî bi dehan sal in dubare dibe. Nezîre Îsmaîl heta niha 2 caran ji Bexdayê hatiye derkirin. Ew mamostaya Koleja Endazyarî ya Petrolê bûye. Di hilbijartinênd erbasbûyî de jî berbijêra Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê bûye. Di sala 2010ê de bi nameyekê jê re tê gotin, “eger ji Bexdayê dernekevî emê te parçe parçe bikin.”

 

Nezîre Îsmaîl ji Rûdawê re got: “Nameyek danîne ber deriyê min, di wir de nivîsandibûn, eger di 24 demjimêran de ji Bexdayê dernekevî, emê te parçe parçe bikin. Tu sîxora kurdanî, ya Amerîkayê yî. Bira ez sîxora çi me?”

 

Kurdên feylî niha li Silêmaniyê ji bo karûbarên xwe rêxistinek damezrandine. 650 endamên vê rêxistinê hene. Bi gotina wan niha li Silêmaniyê hezar malbatên feylî dijîn, bi tevê gefan jî ew piştgirî didin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê.

 

Berpirsa Rêxistina Kurdên Feylî Îsra Mihemed ji Rûdawê re got: “Ti kurdek li hember gefan pişta xwe nade giştpirsiyê. Bi giştî kurdên feylî jî piştgiriyê didin giştpirsiyê.”

 

Baca kurdbûnê û nasnameya neteweyî bûye sedem ku kurdên feylî ji van gef û zextan bêzar bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst