Yekgirtû: Em li gel sîstema parlamenteriyê ne

06-08-2016
RÛDAW
Salahadîn Bahadîn
Salahadîn Bahadîn
Nîşan Yekgirtû Parlamenterî Selahadîn Bahadîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahadîn Bahadîn ragihand ku ew li gel sîstema parlamenteriyê de ne.

 

Sekreterê Giştî yê yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê di kongreya Xwedekarên Yekgirtû de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê nirxand.  

 

Selahedîn Behadîn derbarê sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê de helwesta partiya xwe eşkere kir û got:

 

“Yekgirtû li gel sîstema parlamenteriyê de ye û her dem alîgirê şaristanî û çaksaziyan e. Me di vê rêyê de berdêl jî dane.”

 

Bahadîn daxuyand ku ew weke stratejîk li gel serxwebûna Kurdistanê de ne û di kongreya şeşem de jî ev yek diyarkirine.

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtû behsa giringiya amadekariyan jî kir û diyar kir ku bêyî amadekarî nikarin bigehin ti armancekê.

 

Bahadîn rexne li rawestandina karên parlamentoyê û hikûmetê kir û ev yek weke metirsî nîşanda û got:

 

"Yekgirtû bi plan karê li hev nêzîkbûna aliyan kiriye ku yekrêzî bê avakirin. Pirsgirêk li ser maseya gûgtûgoyan bê çareserkirin. Pêngavê yekem aştewayî ye, paşî rûniştina ser maseya guftûgoyan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst