Hewlêr (Rûdaw) – Li eniya Xazirê, rojên borî pêşmergeyek zîrek bi guleya hawana DAIŞê şehîd bû. Ew pêşmerge û fermandar Loqman bû.
Loqmanê 44 salî xelkê navçeya Çemçemalê bû. Zilamek bejnbilind, silmbêl reş ku yekser bala mirov dikêşa.
Ew kesek nerm û li ser xwe bû, mirov nedizanî ku di eniyekê şer de li hember dujminekê dirinde şer dike. Lê di heman demê de cengawerek bû ku li gel komek pêşmergeyan pasevaniya gundê Mûsftî dikir da ku rêgiriya êrîşên DAIŞê bikin.
Min di meha Hezîrana îsal de fermandar Loqman naskir. Wê demê çûbûm gundê Mûftî da ku ji nêzîk ve tûnelên DAIŞê bibînim.
Dema li ber tûnelekê li gel hevalekê xwe yê rojnamevan rawestiyabûm, pêşmergeyek hat û xwe weke eqîd (fermandar) Loqman nasand. Bo me got deriyek din ê tûnelê heye û em birin ber stûnekê elektirîkê ku kunek li wir hebû.
Zivirî û ji me re got: “Li xwarê ji vir hêniktir e. Bila xema we nebe, em gelek caran çûne nava tûnelê.” Paşî ji pêşmergeyekê re got: “Here tifenga xwe û çiraya xwe bîne.”
Piştî pêşmerge vegeriya em bihev re çûne nav tûnelê. Nava tûnelê weke malekê bû. Cihê razanê, metbex, salon, heta cihê televîzyon, cilan û sîstema elektirîkê jî kêşandibûne nav de.
Dema geşta nav tûnelê de fermandar Loqman got ku wî ji hevalên xwse re gotiye ku ew vê tûnelê naşewitînin, ji ber ku ew dikarin bixwe sûdê jê werbigrin. Lê berpirsan gotibûn ku dibe çekdar di nav de hebin lewma pêwîste bişewitînin.
Piraniya tûnelê şewitîbû. Deriyê tûnelê jî ji nav malekê hatibû vekirin. Çekdaran erdê bin xaniyê şkînandibûn û ji vir ve kolandibûn. Axa nav tûnelê jî hemû di nav odeyên malê de bû.
Karekê wisa kiribûn k utu dibêjî qey hatibûn hezar sal li wir bimînin. Lê eqîd Loqman û hevalên wî, ji bo ev xewna wan pêk neyê, li wir bûn.
Çekdarên vê eniya gundê Mûftî li gel wê hizrê bûn ku DAIŞ û hizba Baas yek e, weke herdu aliyê pereyekê ne. Di nivîsên li ser dîwaran de jî diyar bû. Li ser dîwarekê wiha hatibû nivîsandin: “Saddam şêxê mûcahîdan e.” Di nivîsek din de jî “Aşiqên şer” hebû.
Malbata fermandar Loqman çendîn salan li dijî rejîma Baas şer kiribûn. Niha ew jî şerê îslamiyên cîgirê vê rejîmê dike.
Ji nav tûnelê ve çûne dibistana gund ku pêşmergeyan box we kiribûn baregah. Li ser kursiyên dar rûniştin û fermandar Loqman ji pêşmergeyan daxwaza çayê kir û vegeriya ji me re got: “Li vir hê jî metirsî heye, ji ber ku bombeyên vedayî mane. Duh bombeyek li ber deriyê dibistanê teqiya. Ev mehek e em li ser diçin tên lê nû teqiya.”
Di vê navberê de ji bêtêlê dengên axaftina erebî hat. Min jê pirs kir: “Eve DAIŞî ne.” wî jî got: “Belê, ew in, em her dem wan dişopînin.”
Min jê pirs kirk a gelo ew li gel çekdaran diaxivin yan ne, wî got nexêr.
Eqîd Loqman û pêşmergeyan di bin vê germa havînê de xwe xistibûne bin metirsiyê da ku rojekê xelkê vî gundi vegerin malên xwe.
Ji bo pêşmergeyên ciwan Loqman weke birayek mezin bû. Li ber wî çay vedixwarin û bi rehetî diaxivîn, cigare dikêşandin û rehet bûn. Ji ber ku wî dizanî pêşmerge jî li gel wî di nava heman belemê de ne. Dûrê mala xwe û bajarê xwe ne.
Eqîd Loqman, jib o carek din dijminên wî sînorên pêşmerge derbas neke, cane xwe feda kir. Wêneyê wî jî weke wêneyê sedan pêşmergeyên din ên ku ji bo parastina Kurdistanê şehîd bûne, dê hewayek din bîne vî welatî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse