‘Şandina hêzên pêşmergeyan bo Bexdayê ji rastiyê dûr e’

06-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê giştî yê ragihandin û hişyariya nîştîmanî yê wezareta pêşmergeyan nûçeya şandina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bo Bexdayê ya bi armanca parastina ‘Navçeya kesk’ red kir.

Rêveberê giştî yê ragihandin û hişyariya nîştîmanî emîd Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re wiha got: “Nûçeya ku behsa şarndina du hêzên pêşmerge dike, bi xwe gumanê li ser rastiya wê nûçeyê dirûst dike. Ji ber ku du hêzên leşkerî rêjeya wê pir kême ku bikare erkê parastina wî cihê giring bigre stûyê xwe.”

Helgurd Hîkmet wiha got: “Ti bernameyeke me ji bo şandina hêzên pêşmerge bo Bexdayê nîne.”

Nivîsîngeha rojnamevanî ya sekreterê giştî yê wezareta pêşmergeyan lîwa Cebar Yawer ragihand ku di civîna dawî ya wezareta pêşmergeyên Herêma Kurdistan û wezareta parastinê ya Iraqê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku hêzên pêşmergeyan amadekariya xwe nîşan dane, ji bo rûbirûbûna terorê li her cihekî Iraqê piştgiriya artêşa Iraqê bike.  

Malpera Medapress di nûçeyeke xwe de ragihandibû: “Îro di çarçoveya sozên Mesûd Barzanî yên ji bo parastina rewşa ewlekarî ya Bexdayê, du hêzên pêşmergeyan gihiştine Bexdayê û li navçeya Kesk a wî bajarî hatine belavkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst