Li Dêrsimê gomek bi ser otomobîlekê de ket: 1 mirî 2 birîndar

Dêrsîm (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê gomek ji çiyê bi ser rêya trafîkê de hilweşiya û li otomobîlekê ket.

Ji ber bûyerê kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li herêma Dêrsim – Pilemuriyê li nêzîkî Zageyê ku gomek ji çiyê hilweşiya û bi ser otomobîla bi plakaya 34 KV 4761 a ku Onur T. diajot de ket.

Li gorî zanyariyan gom li aliyê rastê ya wesayîtê ket û Denîz Dogana 23 salî canê xwe ji dest da û Arda K.yê 20 salî jî ku li pişta wesayîtê rûniştibû birîndar bû.

Li ser agahdarkirina welatiyên tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansên veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. 

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.