MINBIC- Li dijî Lachmanyayê jîngeh hat dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Nexweşiya Lachmanyayê ji Helebê derbasî Minbica Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bûye.

Nexweşiya Lachmanyayê wekî “Heba Salê û Heba Helebê” tê zanîn û nexweşî bi rêjeyeke berbiçav belav bûye.

Nexweşiya Lachmaniyayê bi rêya mêşekê derbasî mirovan dibe.

Li navçeya Minbicê ya Rêveberiya Xweser ev nexweşî belav bûye û Dezgeha Tenduristî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a ji bo rê li ber nexweşiyê bigire dest bi kampanyaya dermankirinê herêmê kiriye.

Li gorî amaran, ji destpêka îsal ve û heta niha li Sûriyeyê derdora 9 hezar kesan bi Lachmanyayê ketine.

“Bandora derman li ser zarokan nîne”

Berpirsê Dezgeha Tendirustî û Jîngehê yê Rêveberiya Xweser Elaa el-Mewwas li ser kampanya dermankirinê wiha got:

“Em dermanê ICON S-10an bi kar tînin. Cihên ku me berê derman li wan reşandine aliyê Heyye yê û hêla Yastî bûn.

1ê Tîrmehê dermankirin wan herêman bi dawî bûbû.

Me 3yê Tîrmehê qonaxa duyem a kampanya rûbirûbûna bi Lachmanyayê re da destpêkirin. Em dê hemû derdora bajarê Minbicê derman bikin.

Piştî bikaranînê bi çend salan derket holê ku bandora derman li ser zakokan û jinan nîne.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) nexweşiya Lachmanyayê bi rêya pêvedana mêşa qûmê peyda dibe.

Ev mêş bi ling û rûyê mirov ve dide û piştre nexweşî derbasî xwînê dibe û li ser çerm diyar dibe.

Salane li cîhanê, nêzîkî milyonek û 300 hezar kesî bi Lachmanyayê dikevin û derdora 20-30 hezar kes jî pê dimirin.