Rêveberiya Xweser: Divê lêkolîn li ser êrişên penaberên Sûriyeyê were kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bang li rêxistinên mafên mirovan kir û xwest lêkolînê li êrişên li dijî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bikin.

Rêveberiya Xweser, bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir.

 Rêveberiya Xweser ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku komîteyên şopandina rastiyan li ser êriş û binpêkirinên mafên penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê ava bikin.

Rêveberiya Xweser, ew êriş û binpêkirin wekî sûcên şer yên Hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî penaberan pênase kirin û daxwaz ji rêxistinên navneteweyî kir ku wan sûcan belge bikin.

Rêveberiyê Xweser, di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku vegerin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser, amaje bi êrişên penaberên Sûriyeyê yên li bajarên Tirkiyeyê jî kir û wiha got:

“Bûyerên Qeyseriyê û êrişên piştî wê yên li ser penaberên ji Sûriyeyê, encama siyaseta neteweperest a dewleta Tirkiyeyê ya hovane ya li dijî gelan e.

Tişta ku di van rojan de qewimî bi awayekî zelal eşkere bû ku siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li hember aloziya Sûriyeyê têk çûye. “

Çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê gelek êriş

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.