WAN- Peravên Gola Wanê li benda geştyaran in

06-07-2024
Peravên Gola Wanê \ Wêne: Rûdaw
Peravên Gola Wanê \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Mele Qasim Wan Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Peravên Gola Wanê jî êdî ne kêmî peravên deryayê ne û temamê xizmetguzariyên peravên deryayekê li wan tên dîtin.

Bi taybetî plaja Mele Qasim mazûvaniya geştyarên navxweyî û biyanî dike.

Sala 2018an, peraveke golê ji ber başbûna xizmetguzariyan, Ala Şîn’ wergirt ku ew yek nîşaneya pakiya peravê û xizmeta baş e.

Ev yek peravên golê, ji bo geştyarên navxweyî û biyanî balkêştir dike û baweriya wan bi xizmetguzariyan zêdetir dike.

Li wê peravê, cihên ku malbat bi zarokên xwe re li wan bimînin, bileyîzin û têkevin avê jî bi başî hatine duristkirin

Zêdebûna pileyên germê berê xelkê parêzgehê û geştyar û mêvanên li otelên bajêr daye vê derê û di plajê de cih nemaye.

Plaja Mele Qasim linavçeya Tuşbayê ya Wanê.

"Cudahiyeke mezin di navbera wê û plajên deryayê de nîne"

Berpisê Plajê Aktîv Gûven li ser potansiyela geştyariyê wiha got:

“Îsal gelekî baş e. Malbat eleqaya pêwîst nîşan didin. Vê rêjeya tijebûnê berî cejnê dest pê kir.

Hêvîdar im dû mehên din li gorî pileya germê em sezonê wiha bigirin. Înşalah wiha derbas bibe û miletê me betlaneyeke xweş derbas bike."

Perava Mele Qasim li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê take perav e ku li perava golekê Ala Şîn wergirtiye.

Peravê sala 2018an di encama nirxandina 33 krîterên cûda yên di warên kalîteya melevanî, rêveberî, perwerdeya paqijî û agahiyên jîngehê de ew statû bi dest xist.

Yanî cûdahiyeke zêde di navbera wê û plajeke deryayê de nîne.

Ji ber wê jî ji bo yên ku dixwazin di nav pêlên ava Gola Wanê de melevaniyê bikin hem bijardeyeke guncav û hem jî erzantir e.

Welatiyê bi navê Îsa Karedenîz li peravê Mela Qasimê ye û avjeniyê dike.

“Hebûna cihekî wisa avantaj e”

Îsa Karadenîz ji betlaneya peravên Gola Wanê gelekî kêfxweş e û wiha diaxive:

“Li Wanê hebûna cihên wiha  avantajeke mezin e. Dema em diçin cihekî wekî Antalya yan Stenbolê ji xwe pereyên me tenê têra rê dikin.

Ji ber wê tiştekî baş e. Em tên vê derê, menqelê xwe pê dixin û dikevin avê.

Ti pirsgirêk nîne. Ji xwe mirov nabêjin Gola Wanê dibêjin Deryaya Wanê. Sedem jî ew e ku gelekî mezin e. Gola herî mezin a Tirkiyeyê ye.”

Kesên ku serdana vê plajê dikin di heman demê de dikarin bi malbatî seyranê bikin û konên xwe jî vedin.

Di nav plajê de qadên lîstika zarokan, serşok, market û lawabo jî hene û plaj ji bo betlane û demên xweş li benda geştiyarên 4 aliyên Kurdistanê û cîhanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst