Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

06-07-2024
Nîşan HPG Gerîla Agirî Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku li Agiriyê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her sê gerîlayan 5ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Agiriya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Agirî Azadî: Navê wê yê fermî Ferha Hacî ye û ew ji bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Serxwebûn Rêvan: Navê wî yê fermî Suat Ozel e û ew ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye.

Harûn Cudî: Navê wî yê fermî Mecîd Delayîmîlan e û ew ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir ku her sê gerîlayan “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst