Li Xarpêtê termên du ciwanan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpetê ya Bakurê Kurdistanê termên jinekê û mêrekî li perava Gola Hezerê hatin dîtin.

Kesên li derdorê, li ser rêya sereke ya Xarpêt û Amedê li perava Gola Hezerê di kamyonetekê de du term dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolînan diyar bû ku yek ji wan terman ê jina bi navê Rukiye Y. (29) û yê din jî yê Halîl Ç. (29) ye û her du jî bi çekê hatine kuştin.

Li hêla din, malbata Rukiyeyê roja pencşemê xeber dabû hêzên ewlehiyê ku keça wan winda ye.