AMED - Li ber otomobîlekê kemîn hat danîn: 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Bakurê Kurdistanê kemîn li ber otomobîlekê hat danîn û gule lê hatin reşandin.

Di vê êrişê de 6 kes birîndar bûn ku birînên 3yan ji wan xedar in û 1 ji wan jî zarok e.

Bûyerê şeva borî li ser rêya Amed û Çewlîgê rû da.

Hinek kesên ku heta niha nasnameyên wan ne diyar in bi çêkan êrişî otomobîlekê kir û 6 kes birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya destpêkê kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.

Hat zanîn ku jiyana 3 kesên birîndar di metirsiyê de ye.

Li ser sedema êrişê ti daxuyanî nehatine dayîn û ji bo tesbîtkirin û girtina êrişkaran dest bi lêkolînê hatiye kirin.