Festîvala Lalişê li Duhokê hat lidarxistin: Çanda Kurdên Êzidî tê nasandin

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Duhok Festîvala Laliş Kurdên Êzidî Şingal
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Îro li Duhokê Festîvala Rewşenbîrî ya Laliş di bi navê “Çand Nav û Navnîşana Resenbûna Me Ye”, hat lidarxistin.

Festîval li Zanîngeha Duhokê û ji aliyê Binkeya Rewşenbîrî ya Lalişê ve hatiye sazkirin û çend çalakî û panelên cuda li xwe digire.

Di festîvalê de Kurdên Êzdî ji Ermenistan, Rojava û Bakurê Kurdistanê û welatên din berhemên xwe yên çandî nîşan bidin.

Herwiha di festîvalê de cilûberg, xwarin, amûrên kar û adet û dab û nerîtên Kurdên Êzidî tên nîşandin.

Biryar e ku hin panel jî li ser rewşa Kurdên Êzidî bên pêşkêşkirin.

Festîval tenê rojekê berdewam dibe û hin çalakiyên hunerî jî li xwe digre. Festîvala Lalişê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û paşê Serokê Desteya Bilind a Binkeya Lalişê Seîd Cirdo û Parêzgerê Duhokê Elî Teter gotar pêşkêş kirin.

Her di destpêka festîvalê de çend stranên folklorî ji aliyê Tehsîn Xidir Feqîr û Celo Şingalî ve hatin pêşkêşkirin, tîpa Şarya jî tabloyeke dîlanê pêşkêş kir.

 

 

Di panela duyem a danê sibê de, destpêkê hejmarek wêneyên stranbêjên ku koça dawî kirine hatin nîşandan û paşê grûpa Awazên Me çend awazên folklorî pêşkêş kirin. Piştre hin xwarinên Kurdên Êzidî hatin nîşandan.

Piştî bêhnvedan û xwarina nîvro, panela yekem a piştî nîvro ya festîvalê dest pê dike û hunermendên Kurdên Êzidî, Xelo Şingalî, Mehmûd Şingalî, Feqîr Mîrza û Berekat Elî hin stranên folklorî pêşkêş dikin.  

Herwiha biryare ku çanda Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê ji aliyê Rêveberê Radyoya Yerîvanê “Tîtalê Keremê Seyad” ve were nîşandan.

Paşê mamostayê Zanîngeha Mêrdînê Dr. Bedran Hikmet jî dê behsa rewşa jiyana Kurdên Êzidî û çanda wan li Bakurê Kurdistanê dike.

Di panela duyem a piştî nîvro de, mamosta Nesîm Şemo mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê dê behsa çanda Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê bike.

Paşê dê hin dîlan û govendên devera Başîk û Behzanê ji aliyê tîpa Medînet Zeytûn a Başîkê ve bên pêşkêşkirin.

Di heman panelê de dê dîmenê çanda bav û bapîran a Kurdên Êzidî bê nîşandan, herwiha çend dîlanên çandî yên herêma Şingalê jî ji aliyê koma çandê ya Şingalê ve bên pêşkêşkirin.

 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst