Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: birîndar hene

06-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber sedemek nayê zanîn di navbera du malbatan de şer derket, di encamê de yek jê polîs 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, li Taxa Yavuz Selîm li navçeya Xelîliyê ya Rihayê derendgiya şevê din 6ê Temuzê 2023an di navbera du malbatan de ku tê gotin xizmên hevin, ji ber sedemek nayê zanîn şer derketiye.

Hatiye ragihandin ku her du aliyan bi kêran li hev dane û ji her du malbatan 2 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatine şandin. Di dema destêwerdana polîsan de kêrek li polîsekî jî ketiye û birîndar bûye.

Tîmên Hawarçûnê birîndar veguhestine nexweşxaneyên navçeyê.

Li aliyekî din bi sedema beşdarî wî şerî bûne, 4 gomanbar ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst