Li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê bi hinceta PYDê kesek hat desteserkirin

06-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Sirûc Kobanî PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê û li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, îro kesek bi hinceta “endamtiya PYDê” hat desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, îro 6ê Temûzê dema “endamekî PYDê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê hat desteserkirin.

Li gor nûçeyê, operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Kesê hatiye desteserkirin, bo Fermandariya Cendirmeyan a Sirûcê hatiye veguhastin.

Derbarê nasnameya wî kesî de hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî