Rêxistina Destî Hawkarî 10 xaniyan ji bo ziyandîtiyên erdheja Cindirêsê lê dike

06-07-2023
Zozan Çetîn
Rêxistina Destî Hawkarî 10 xaniyan ji bo ziyandîtiyên erdheja Cindirêsê lê dike
Rêxistina Destî Hawkarî 10 xaniyan ji bo ziyandîtiyên erdheja Cindirêsê lê dike
Nîşan Cindirês Rêxistina Destî Hawkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Niha Rêxistina Destî Hawkarî ku bargeha wê li Hewlêrê ye, çûye Cindirêsê û li wir 10 xanî ji bo kesên di konan de dimînin, ava dike. Ew rêxistin dibêje, wê di pêşerojê de 50 xaniyên din çêbike.

Semîr Kindî birîndarekî erdheja 6ê sibata îsal e li Cindirês a Rojavayê Kurdistanê, di erdhejê de dayik û birayê Semîr canê xwe ji dest dan, ew û 3 kesên din ji malbatê birîndar bûn.

Semîr ji wê rojê ve rojên xwe di vê çadirê de li gel malbata xwe derbas dike. Niha Semîr xwe amade dike ji çadirê derkeve, piştî ku Rêxistina Destî Hawkarî, xaniyek jê re çêkiriye.

Ziyandîtiyê Erdheja Cindirêsê Semîr Kindî anî ziman, “Em di çadiran de ne û çadir jî germ in. Niha rêxistin hatiye ji me re malekê çê dikin.”

Destî Hawkarî ku baregeha wê li Hewlêrê ye û ji piştî erdhejê ve li Efrînê kar dike, niha 10 xaniyan ji bo ziyandîtiyên erdheja Cindirêsê çêdike, pilan dike di rojên bê de xaniyên ziyandîtî jî çak bike.

Nûnerê rêxistina Destê Hewkarî li Cindirêsê Ehmed Mensûr got, “Karê me du alî ne, li aliyekî em kavilên xaniyên xelkê radikin û di şûna wan de xaniyên nû ji wan re lê dikin, li aliyekî em li cihan xaniyan lê dikin.”

Ev rêxistin malbatên herî hejar yên ziyandîtî hildibjêre û alîkariya wan dike.

Ziyandîtiya Erdhejê li Cindirêsê Sefîra Betal anî ziman, “Xwedê ji wan razî be, ji me re cih girtin, em li erdê nehîştin.”

Ziyandîtiyê Erdhejê li Cindirêsê Ebdilrehman Mihemed jî got, “Xaniyên me hilweşiyan, em 3 mehan di çadiran de bûn, piştî 3 mehan Rêxistina Destî Hawkarî xanî ji me re lêkirin.”

Destî Hawkarî plan dike di rojên bê de 50 xaniyên din ji welatiyên hejar re li Cindirêsê ava bikin.

Berpirsên wê rêxistinê dibêjin, ji piştî Erdhejê ve û heta niha wan 500 hezar dolar wek pere dane xelê Herêma Efrînê, gelek alîkarî jî pêşkêşî ziyandîtiyên erdhjê kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst