Di 9 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de li Amedê 160 ton şîrînî hatiye firotin

06-07-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Amed Şîrînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amarên aboriya cejnê hin bi hin eşkere dibin û ji geştyaran heta bi goşt û şîrînahiyan diyar dibe ka xelkê di vê cejnê de çiqas mesref kiriye. Li bajarekî weke Amedê ku bi bûrmeya xwe navdar e, di rojên Cejna Qurbanê de 160 ton qedayîf hatiye firotin. Li seranserî wî bajarî 340 cîhên firotina şêrîniyê hene û 6 hezar û 800 kes di karûbarê çêkirina şêrîniyê de kar dikin.

Şîrîniyên Ameda Bakurê Kurdistanê binav û deng in. Yek ji şîrîniya wê ya herî bi tam ku li ser navê wî bajarî hatiye tomarkirin Burma Kadayif e. Li gor daneyên, Odeya Xwaringeh, Kebab û Şîrîniyan a Amedê di rojên Cejna Qurbanê de li Amedê 100 ton Burma Qadayîf hatiye firotin.

Serokê Odeya Xwaringeh, Kebab û Şîrîniyan a Amedê Haşim Elkaan anî ziman, “Dema Diyarbekir tê gotin Burma Kadayîf a ku li ser navê Diyarbekirê hatiye tomarkirin tê bîra mirov. Em dixwazin li kêleka wê şirîniya xwe girîngiyê bi şirîniyên din jî bidin û wan jî bighînin asteke baş.”

Li bajarê Amedê 340 esnafên ku karê şirîniyê dikin hene, herwiha di wê sektorê de 6 hezar û 800 kes kar dikin. Li Amedê navendî rojane 7 ton şîrînî tê berhemanîn.

Esnaf Omer Elaldi got, “Di vê cejnê de wek her tim daxwaz bo şirîniyên me zêde bûn. Em gihiştin rêjeya firotinê ya ku me ji xwe re destnîşan kiribû. Wek her tim daxwaza herî zêde li ser Burma Qedayîfa Diyarbekirê bû. Bi taybetî ligel kesên ku ji derve hatin, heta roja dawî ya cejnê jî wek erefeya cejnê karê me zêde bû û firotin baş bû.”

Berî 6 salan ji aliyê Saziya Patent û Markayan a Tirkiyê ve Burma Qadayîf li ser navê Amedê hat tomar kirin.

Li gor Odeya Xwaringeh, Kebab û Şîrîniyan a Amedê, di 9 rojên betlaneya Cejnê Qurbanê de li wî bajarî bi giştî 160 ton şirînî hatiye firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst