Denmark: Tirkiye ava Elokê wek kaxezeke guşarê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Şanderê taybet ê Denmarkê yê Sûriyê ragihand, Tirkiye ava Santrala Elokê wek kaxezeke guşarê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Şanderê taybet ê Denmarkê yê Sûriyê Nicolas Harris roja 6ê Hezîrana 2023an ragihand, Tirkiye ava Santrala Elokê wek kaxezeke guşarê dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne, da ku şiyanên xelkê li navçeyê lawaz bike, her wiha dixwaze bi vê yekê jî Rêveberiya Xweser derbarê xwestekên wê teslîm bibe.

Harris ji aliyekî din ve dibîne ku Amerîka di ber vê yekê de berpirsyar e û ne dûr e tedbîrên pêwîst dijî Tirkiyê werbigire.

Duşema borî jî 3ê Hezîranê, Rêveberiya Avê yê ser bi Rêveberiya Xweser ve bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ji ber qutkirina ava Elokê ji aliyê Tirkiyê ve wek navçeyeke karesatê ragihandibû.

Li gor Rêveberiya Xweser ji payîza 2019an ve û heta niha, piştî dagirkirina bajarê Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê wan zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok li ser zêdeyî 1 milyon welatiyan li bajarê Heseke û derdorê qut kirine.