Rêveberiya Xweser ji ber gefên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê rewşa awarte ragihand

06-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Rewşa Awarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên Tirkiyê yên li ser van herêman, li herêmên di bin kontrola xwe de rewşa awarte ragihand.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê îro Çarşemê di daxuyaniya xwe ya li ser sedema ragihandina rewşa awarte de got, “Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ji ber gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên kehrebeyê, av û saziyên sivîl dike hedef.”

Rêveberiya Xweser her wiha ragihand, “Li gorî hikumên rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê, Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Çarşemê 6ê Tîrmeha 2022an civîneke awarte li dar xist, piştî erêkirina endamên encûmena giştî çend biryar hatine dayîn.”

Di van demên dawî de êrîşên Tirkiyê bo ser navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de zêdetir bûne. Tirkiye hem bi dronan û hem bi topxaneya xwe ya giran herêmên Rojavayê Kurdistanê dike armanc.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser biyarên ku hatine girtin wisa ne:

“1. Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte tê ragihandin.

2. Agahdarkirina hemû meclis, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo amadekirina planên rewşa awarte li djiî gef û astengiyan.

3. Bikaranîna hemû derfetan ji bo xizmeta parastina gel ji êrişeke dijminane ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl di projeyên xwe de girîngiyê bidin sekinandina li hember van gefan.”

Tirkiye gefa operasyoneke nû ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dixwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst