Xaniyên dîrokî yên Sûra Amedê tên herifandin

06-07-2021
RÛDAW
Nîşan Amed Sûr Xaniyên Dîrokî Herifandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda bakûrê kurdistanê, di çarçoveya master planekê de, proseya nûjenkirna sûra Amedê û ji nûve çêkirina wan taxên navçeya Sûrê ku ji ber şerê xendekan kavil bibûn berdewam e.

Hevserokê jûra talarsazên Amedê jî dibêje, herfandina wan xaniyan, siyaseteka demdirêj ya desthelatê ye û dixwazin bi herifandna wan xaniyan, xelkê bêzar bikin daku navçeyê bi yekcarî vala bikin.

Dema çend rojan e ku şaredariya Sûrê bi bahaneya vê yekê ku ewan xanî yên terk kirî ne , dest bi herfandina 44 xanyan li wê navçeya dîrokî kirine ku di bin parastna rêxistna UNESCOyê de ne.

Hevserokê jûra talarsazên Amedê Ferîd Kahrman îro sêşemyê 6ê Tîrmeha 2021an de bo Tora Medyayî ya Rûdawê raghand ku şaredariya Sûra Amedê, di şûna nûjenkirina wan, xaniyan diherfîne û bi çavê avadankirinê temaşayî  mijarê nake. Xanyan ne ku ji bo avadankirnê diherfînin û dixwazin xelkê navçê  bi yekcarî navçeyê vala bikin.

Ferîd Kahraman got “Ew xanyên ji ber şer hatbûn valakirin kirin û xwediyên wan li derveyî navçeya Sûrê di xaniyên kirê de dimînin û niha ku rewş aram e, gelek ji wan ji ber kêm dahatyê û  nebûna perê pêwîst  nikarn xanî yên xwe nûjen bikin vegrin cihên xwe.”

Herwiha Kahraman da zanîn ku daxwaza rûxandina 208 xaniyan hatiye dayîn û şaredarî dixwaze 63 xaniyan biherfîne û proseya herfandina 44 xanyan destpê kiriye.

Li navçeya Sûra Amedê 87 asewarên dîrokî hatne tomarkirin û 247 asewarên din jî hene ku guncawin bo ku bi fermî bêne tomarkirin. Piştî raghandina qedexeya hatin û çûnê li 6ê Îlona 2015an û destipêkirina şerê xendekan, ziyan dîtine û ji nav çûne.

Ji ber şer li 6 taxên bajarokê Sûra Amedê , bi hezaran xanî û cihên kar wêran bûn, 25 hezar kes aware bûn û ji blî wan 6 taxan, taxên 'Elî Paşa û Lale Beg, di çarçoveya projeya nûjenkirina navçeya Sûrê hatin rûxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst