Nêçîrvan Barzanî bo Yûrî Nebiyev peyama sersaxiyê belav kir

06-07-2021
RÛDAW
Nîşan Yûrî Nebiyev Nêçîrvan Barzanî Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heram Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî Yûrî Nebiyev peyameke sersaxiyê belav kir.

Li ser koça dawî ya Yûrî Nebiyev, Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê hevxemiya xwe bi malbata wî re parvekir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha dibêje “Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Yûrî Nebiyev, serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî xembar bûm. Sersaxiyê li malbata wî dikim, hêvîdar im canê wî şad be. Ewê bi xizmeta xwe hertim di bîriya me de bimîne.”

Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî Yûrî Nebiyêv îro 6 Temuzê di 68 saliya xwe de li Moskowê jiyana xwe ji dest da.

Yûrî Nebiyêv 26 Mijdarê sala 1953 li paytexta Gurcistanê bajarê Tiflîsê di malbeteke Kurdên Êzdî de ji dayîk bûye.

Sala 1975 li Zankoya Tiflîsê ya Dewletê beşa Fîzîka Atomî xwendiye û di wî warî de xwedî çendîn gotarên zanistî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst