Li Êlihê li gel belavbûna koronayê pirsgirêka avê jî heye

06-07-2020
RÛDAW
Nîşan Êlih Bakurê Kurdistanê Vîrusa Koronayê Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Êliha Bakurê Kurdistanê li aliyekê vîrusa koronayê belav dibe û li aliyê din pirsgirêka avê heye û Odeya Pizîşkan jî banga çareseriya pirsgirêkê dike û dibêje, “Bo xweparastina ji vîrusê av gelekî girîng e.”

Serokê Odeya Pizîşkan a Êlihê Selahattin Oguz tekez kir ku di warê tendirûstiya civakê de girîngiyeke taybet a avê heye û xwest bilez astengên li ber xwegihandina avê bên rakirin.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di demekê de ku hejmara kesên bi vîrusa koronayê dikevin zêde dibe, ji ber qutbûna avê welatî li dijî bahorê bê parastin mane. Serokê Odeya Pizîşkan a Êlihê Selahattin Oguz ragihand ku divê bilez astengên li ber xwegihandina avê ji holê bên rakirin.

Li Êlihê ku ji meha Nîsanê ve av qut dibe, ligel belavbûna vîrusa Coronayê êdî bûye pirsgirêkeke ciddî bo welatiyan. Di salên borî de jî ku zû bi zû av qut dibû, niha rojê 4 saetan av qut dibe. Li gor medya Tirkiyê, tedbîrên dijî koronayê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ya dema HDPê de hatibûn wergirtin, piştî di 23ê Adarê de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve qeyûm bo şaredariyê hat danîn, ew tedbîr ber bi sistbûnê ve çûn.

Li parêzgehê ku nifûsa wê 460 hezar kes e, giliyên derbarê qutbûna avê de zêde dibin, lê rêveberiya qeyûm îdîa dike ku ew nûçeyên wiha “spekulativ in” û dibêje, 7 hezar metresêca avê didin bajêr, ev rêje di demjimêrekê de bilindkirine bo 8 hezar û 200 metresêca û sedem jî “bikaranîna qeçax” û “zêde bikaranîna avê” ye.

Tê gotin ku piştî van daxuyaniyan herçiqas di ware qutbûna avê de hinek başbûn çêbûbe jî lê di vê meha dawî de li seranserê bajêr disan qutbûna avê destpê kiriye. Ligel qutbûna avê hejmara kesên bi Coronayê jî dikevin zêde dibe û hema bibêje her roj hinek cih tên kerentînekirin. Pispor li dijî bahorê balê dikşînin ser paqijiyê û Serokê Odeya Pizîşkan a Êlihê Selahattin Oguz jî daxwaz kir ku bilez astengên li ber xwegihandina avê bên rakirin bi taybetî di vê dema hestyar de.

Oguz da zanîn ku hemû kes dizane li bajêr vîrusa koronayê bilez belav dibe û got: “Av ji bo tendirûstiya civakê gelekî girîng e. Bahor nebe jî girîng e. Di ware nexweşiyên enfeksyonê de girîngiyeke taybet a avê heye. Divê qet ava paqij û tendirûstê neyê kêmkirin. Nebûna avê bandoreke nerênî li paqijiyê dike. Ji destpêka pandemiyê ve me bal kişand ser maske, mesafeya civakî û paqijiya şexsî. Yek ji xalên girîng ên paqijiyê jî av e. Lewra divê qutbûna avê yekser were rawestandin. Av pêdiviyeke. Lewra divê ava paqij bo civakê were dabînkirin û bo tendirûstiya civakê girîngiyeke wê ya taybet heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst