Li gundên Êlihê xelk mîna berê zibara birincê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gonullu û Akyara gundên navçeya Kercewsê ya Êliha Bakurê Kurdistanê xelkê gund li zeviyên ku makîne nikarin herin nav, zibare dikin û birinc diajon.

 

Li Kercewsê xelkê gundan ji ber ku makîne nakevin nav zeviyan, ew mina berê li nav zeviyên xwe zibare dikin û dixebitin.

 

Li gundên Gonullu û Akyarê niştecih li qadeke 50 donimî ajotina birinc mîna berê zibare dikin.

 

 

Xelk herdu gundan berbanga sibehê diçin ser zeviyan û hin welatî av didin, hin kes radikin û hin kes jî birinc direşînin.

 

Hakan Kavak diyar kir salê 2 cure birinc diajon û wiha got: "Em tên alikariya hev û ajotina birinc zibare dikin. 3 meh şun de jî îcar em çinîna birinc zibare dikin. Em salê 2 caran birinc diajon."

 

 

Nezîr Kardaş ê cotkar diyar kir ew carê zeviya yekî zibare dikin û got: "Zevî asê ne û makîne nayên ser. Loma jî em bi heywanan mîna berê radikin. Em zibare dikin û carê diçin ser zeviya yekî din."