Polîsê Federalî agir berda gundekî Kurdên Kakeyî

Hewlêr (Rûdaw) – Fewceke Polîsê Federalî agir li pûş û pelaşên gundê Şalyar berda, ku gundê Kurdên Kakeyî ye li sînorê Daqûqê, ji ber zêdebûna agir du xanî bi temamî şewitîn.

 

Rêveberê berê yê Çandiniya Kerkûkê û xelkê wê deverê Mehdî Mubarek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro danê nîvro ji aliyê Fewca 3 ya ser bi Lîwaya 19 ya Polîsê Federalî agir li pûş û qirşên nav gund hate berdan, lê agir çû nav malan û du xanî bi temamî şewitîn.”

 

Mehdî Mubarek diyar kir: “Bû salekê ji ber bicihbûna polîsên federalî, xelkê wî gundî bi neçarî malên xwe vala kirine, lê mal û xaniyên wan mane û ji ber vê şewatê zirareke mezin gihişte wan.”

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge û xelkê wê deverê Muqedem Ferhad Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Şewat hêj berdewam e û nehatiye kontrolkirin, Polîsê Federalî rê nade xelkê deverê ku hewla vemirandin û kontrolkirina şewatê bidin.”

 

Muqedem Ferhad Kakeyî herwiha eşkere kir: “Ji ber şewatê gelek zirar gihiştiye bax û malên xelkê.”