Li deriyê Îbrahîm Xelîl şofêr ji rawestana bi rojan nîgeran in

06-07-2019
Yûsif Mûsa
Deriyê sînorî yê Îbrahîn Xelîl yek ji deriyê herî qerebalex e
Deriyê sînorî yê Îbrahîn Xelîl yek ji deriyê herî qerebalex e
Nîşan Îbrahîm Xelîl Deriyê Sînorî Rawestan Şofêr Nîgeran
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê Îbrahîn Xelîl yek ji deriyê herî qerebalex e û ji bo kêmkirina wê qerebalexiyê hewlên berfirehkirina deriyê gûmrikê berdewam in.

 

Niha tevgera bazirganiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de baştir bûye, lê ajokar giliyan ji  wê yekê dikin ku demeke dirêj disekinin û bi wê yekê bêzar dibin.

 

Zêdetirî 10 barhilgirên ku têde golik hene, ji aliyê bazirganekî ve ji Tirkiyê tê hawirdekirin û şofêr bi transît ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl derbas dikin, daku bigihînin Hewlêrê, ev du roj in di germahiya 42 pileyan de ajel bê xwarin û vexwarin hatine sekinandin, ji ber ku karûbarên şofêran li deriyê sînorî temam nebûne gumrik rê nade derbas bibin.

 

Şofêrê bi navê Elî Asan ji Rûdawê re diyar kir: “Barê me golik e, me ji Îskenderûnê bar kiriye, em ji Îskenderûnê derketin heta vê derê nerazane, me got heywan in guneh in, birçî dibin, ji do êvar ve em sekinîne, ji ber çi ye em nizanin.”

 

Pişkinîna yek bi yek a barên hemû barhilgiran li gor merc û rênimayan tê kirin, piştî ku barê wan li taqîgeha kontrola kalîteyê derçû, cardin li taqîgehên gumrikê têne kontrolkirin û piştre derbas dibin, kêşeya beşek ji şofêran li gel encamên pişkinînên wan ew e ku bo taqîgehên li derve têne hinartin û ev jî dem divê.

 

Şofêr Aydin Xelef diyar kir: “Ewraq pir dereng dixin li vê derê, tiştên plastîk û naylon sê rojan disekinin, ti tişt tine sê roj in.”

 

Hisên Îsmaîl dibêje: “Em bar ji Tirkiyê tînin, hinek sê rojan û heta 7 rojan radiwestin.”

 

Kilîta rêkxistin û berfirehkirin û planên kêmkirina qerebalixiyê di destê beşa endezyariyê de ye li gumrikê, li gor amarên wan di nava 6 mehan de rojane 2500 barhilgir hatin û çûnê dikin. Eger masterplana wan were cîbicîkirin, şiyana wan heye ku di nava 24 saetan de 10 hezar barhilgir hatin û çûnê bikin.

 

Berpirsê Hoba Endezyarî yê Deriyê Îbrahîm Xelîl Mesûd Egîd ji Rûdawê re diyar kir: “Masterplana me ya gumirkê hatiye danîn, yek ji wan danîna pira sêyem bû, bi giştî bo hatin çûnê sê pir hene û têde şeş sayd hatin û çûnê dikin.”

 

Îbrahîm Xelîl yek ji mezintirîn deriyê sînorî yê navdewletî yê Herêma Kurdistanê ye li gel Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ku li ser 400 donim erd hatiye danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst