DAIŞ çawa li eniyên Kerkûkê hat şikestin? (Vîdeo)

06-07-2015
RÛDAW
Pêşmerge
Pêşmerge
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina DAIŞê şevê din ji çend aliyan ve êrişî eniyên Kerkûkê kirin û gundek xistin destê xwe de, lê bilez Hêzên Pêşmerge ew gund dîsa ji wan sitandin û çendîn çekdarên wan kuştin.

Şeva borî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrişek berfireh li dijî hêzên Pêşmerge pêk anîn lê êrişa wan hat şikandin û bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Piştî kontrolkirina gundê Murre yê mezin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzên polîs, asayiş, antîteror û Hêzên Pêşmerge gihîştin nava gund û dîsa ji ew gund ji wan çekdaran sitandin.

Peyamnêrê Rûdawê li ser çawaniya destpêkirina êrişên DAIŞê ragihand: “Çekdarên DAIŞê ji çend aliyan ve êrişî gundên Murre yê Biçûk û Mezin, Yermûk, Komelgeha Şehîd û Miryem Beg li sînorê parêzgeha Kerkûkê, kirin û karîn demeke kurt li nava gundê Murre yê Mezin bimînin, lê piştre Hêzên Pêşmerge dîsa ji wan çekdaran sitandin û niha di bin kontrola Pêşmerge de ye.”

Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ji destpêka şer de bi giranî li çekdarên DAIŞê dan û gellek ziyan gihandin wan çekdaran.

Niha li wî sînorî carna dengê gule û topan tê, ji ber ku Hêzên Pêşmerge wan gundên nêzîkî Murreyê topbaran dikin, ji ber ku çekdarên DAIŞê li wir in.

Heta niha amarekî hûr derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê nehatiye belavkirin, lê gellek termên wan çekdaran li cihê şer mane. Hêzên Pêşmerge li gund digerin û paqij dikin ji wan term û bombeyan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ku ji fermandarên Pêşmerge wergirtiye, Hêzên Pêşmerge rê nema dide wan erebên deverê ku dîsa vegerin wan gundan, ji ber ku wek Pêşmerge dibêjin, destê wan ereban di wan êrişên şevê din de hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst