Felah Mistefa: Eger kurd dewleta xwe ragihînin bi tenê namînin

06-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ragihand ku eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne “bi tenê” namîne.

Rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, êdî Iraq perçe dibe û şert û mercên serxwebina Başûrê Kurdistanê jî derketine holê.

Lê tişta ku niha bûye rojeva gel û rayedarên kurd li Başûr, ew e ku eger dewleta kurdî hat ragihandin gelo dê di asta navdewletî de piştgirî lê were kirin yan na?

Li ser vê pirsê, berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re got, em dibînin ku civaka navdewletî roj bi roj zêdetir nêzîkî gelê kurd dibe û rewşa me ya siyasî baştir fêm dikin.

Felah Mistefa, diyar kir ku ti milletekî dema ragihandina dewleta xwe nekariye piştgiriya hemû welatên din misoger bike lê gellek welatên cîhanê bi eşkere piştevaniya xwe ji bo Kurdistanê nîşan didin.

Li gorî Mistefa, eger kurd dewleta xwe ragihînin bi tenê namînin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Amerîka, Fransa, Îtaliya, Brîtanya, Tirkiye, Ordun, Kuwêyt û Îmarat bi rayedarên Kurdistanê re di nav têkiliyê de ne û “rewş fêm dikin”.

Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî jî ji Rûdawê re got, li gorî qanûnên navdewletî her milletekî ku bixwaze serxwebûna ragihînin divê welatên din piştgirî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst