Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hindistanê pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi pîroz kir.
Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya ku Narendra Modi serokatiya wê dike di hilbijartinên Hindistanê de bi ser ket û Narendra Modi careke din bû Serokwezîrê Hindistanê.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê bi peyameke Narendra Modi pîroz kir û wiha got:
“Ez bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dikim ku careke din wekî serokwezîr hat hilbijartin.
Em li hêviya berdewamiya pêşketinên pêwendiyên Îraq, Herêma Kurdistanê û Hindistanê ne.”
On behalf of the Kurdistan Region, I congratulate Prime Minister @narendramodi on his re-election. We look forward to continued progress in relations between the Kurdistan Region and Iraq with India.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) June 5, 2024
Narendra Modi spasiya Nêçîrvan Barzanî kir
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi jî li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da Nêçîrvan Barzanî û got:
"Spas Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, em qedir didin dostaniya xwe û em li hêviyê ne ku em vê dostaniyê xurrtir bikin."
Thank you @IKRPresident. We value our friendship and look forward to deepening it further. https://t.co/sweIrjCaqG
— Narendra Modi (@narendramodi) June 6, 2024