Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê ku wekî bûkeke bedew û bêhmepa ye ji ber sersarî, xemsarî û karên xerab ên rayedaran di rewşeke xeter û dijwar de ye.
Şaredariya Şemzînanê gilêşa ku ji nav bajêr kom dike li kêleka Çemê Şemzînanê dirijîne.
Rijandina gilêşê ya li kêleka çem û rûbaran hem dibe sedema nexweşiyan hem jî dibe sedema pîsbûna jîngehê.
Karsazê Kurd Sabrî Ozel ku bi xwe jî ji Şemzînanê ye li ser vê pîskirina jîngehê raporeke berfireh amade kiriye.
Sabrî Ozel vê rapora ku amade kiriye Wezareta Bajarvanî û Derdorê ya Tirkiyeyê jî di nav de ji 7 saziyên fermî re şand û ji rayedaran xwest ku li ser vê mijarê bikevin tevgerê.
Di raporê de rewşa xirab a li herêmê bi wêne û dîmenan hatiye tomarkirin û hatiye xwestin gilêşa ku li kêleka çem û rêya Şemzînan û Rûbarokê kom bûye bê rakirin.
Karsazê Kurd Sabrî Ozel di raporê balê dikişîne ser pişbûna jîngeha bedew a bêhempa ya Şemzînanê.
Ozel da zanîn ku valakirina gilêşê ya li kêleka çem hem zerereke mezin dide jîngehê û hem jî ji ber ku ev gilêş tevlî çem dibe û derbasî axa welatekî din dibe, di paşerojê de îhtîmal heye ku ev yeke bibe pirsgirêkeke navneteweyî.
“Em bi destên xwe dikin”
Ozel diyar kir ku wan ku wan bi hevkariya 'Klûba Sporê ya SB Navşarê' û 'Odeya Esnaf û Pîşezan' re rapora çavdêriyê amade kiriye û wiha pê de çû:
“Navçeya me ya Şemzînanê navçeyeke parêzgeha Colemêrgê ye û dikeve ser sînorê Îran û Îraqê û 47 hezar nifûsa wê heye.
Tirba Seyîd Tahayê Nehrî ku li gundê Nehriyê ye li ser rêya Rûbarokê ye, her sal mazûvaniya bi hezaran mêhvana dike.
Bi xweza, çem, deşt, daristan û cihên dîrokî ve navçeyeke xwedî potansiyela geştiyariyê ye. Mixabin em vê xwezaya xweş bi destên xwe wisa dikin ku mirov nikaribe lê bijî.”
Herwiha Sabrî Ozel di raporê de diyar kir ku gilêşa ku ji tax, gund û yekîneyên leşkerî tên komkirin li kêleka Çemê Şemzînanê û rêya Şemzînan – Rûbarokê tê valakirin û ev gilêş tevlî ava çem dibe.
“Ev pirsgirêka gilêşê roj bi roj mezintir dibe”
Di raporê de hat ragihandin ku ev rewş hem dibe sedema wêraniyeke mezin a xwezayê hem jî dibe sedema bêhneke genî û hat gotin:
“Gilêşa ku li wê derê tê avêtin jiyana zindiyên li hawîrdorê dixe xeteriyê.
Ev pirsgirêka gilêşê ya ku roj bi roj mezintir dibe û heta niha tu çareserî jê re nehatiye dîtin.
Ev pirsgirêk tenê bi Şemzînan û gundên wê re sînordar namîne, heta Besrayê dide ber xwe.
Gilêşa ku li ser rêya Şemzînan û Rûbarê hatiye valakirin û ji hev nehatiye veqetandin, tenduristiya ajelên herêmê dixe xeterê.”
“Jehr tevî avê dibe”
Raporê bal kişand ser vê yekê ku ava selebên (cokên binê erdê/kanalîzasyon) gundan diherike nava Rûbarê Pesanê û diyar kir:
“Berê di Rûbarê Pesanê melevanî dihat kirin û ava rûbar dihat vexwarin lê niha ji ber ku ava selebên gundan bêyî ku bê parzûnkirin diherike nava rûbar jehr tevî avê dibe.
Herwiha ava rûbar ji ber xebatên kanên madenan jî şêlû dibe.
Hem jiyana ajelen avî yên ku di çem de dijîn û nebat dikevin bin metirsiyê.
Av dema ji avzêmka xwe der dibe zelal e lê niha çar demsalan şêlû diherike.
Havînan dema hewa germ dibe jî ji ber hilma avê hewa jî qirêjî dibe.
Qirejîbûna rûbar hilberîna di biwarên ajeldarî û çandiniyê de kêm dike û herwiha li ser jiyana zindiyan jî dibe sedema metirsiyê.”
Li Şemzînanê xelk zivistanan ji bo germkirina malên xwe xelûzê/komir dişewitîne.
Bermahiyên xelûzê diavêjin rûbar û ev jî dibe sedema qirêjîbûna zêdetir.
“Pîsbûna jîngehê hejmara nexweşiyan zêde kiriye”
Raporê bal kişand ser vê rewşê jî û da zanîn:
“Dûxana xelûza bêkalîte û kêmkalorî ya ku zivistanan tê şewitandin bi rêya kulekên bêfîltre tevî hewayê dibe.
Şemzînan di navbera çiyayan de li qadeke nizim e û ev yek jî dibe sedem ku pîsbûna hewayê gelekî metirsîdartir bibe.
Vê pîsbûna jîngehê hejmara nexweşiyan zêde kiriye.
Xweliya xelûzê dixin kîsikên naylon û wan jî diavejin Rûbarê Pesanê.
Ev yek hem ava rûbar dilewitîne û hem jî ew kîsikên naylon ên ku tevî avê dibin bi sedsalan tevî axê nabin û xisarê didin xwezayê.
Gilêş dibin sedem ku rûbar berteng bibe û av berê xwe biguhere.
Dema şilî zêde ye av bi ser piran dikeve û di çûn û hatinê de astanegî derdikevin.”
Raporê ku bi pêşengiya saziyên sivîl û Sabrî Ozel û bi xebata hevpar a Klûba Sporê ya SB Navşarê û Odeya Esnaf û Pîşezan a Şemzînanê hatiye amadekirin, ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê ya Tirkiyeyê, Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê, Greenpeace-Tirkiye, Saziya Parastina Ajelan a Tirkiyeyê, Gerînendehiya Bajarvanî û Derdorê ya Bajêr a Colemêrgê û Qaymeqamiya Şemzînanê re hatiye şandin.
“Em hewl û xebatên li ser vê mijarê wekî peywireke mirovî dibînin”
Raporê bangî hemû aliyên pêwendîdar kir û got:
“Ji bo ducare zelalkirina rûbar û çemên me yên ku hatine şêlûkirin û bijehrkirin; ji bo ku axa me, darên me, ajelên me yên kedî, berî û avî careke din wekî berê delal bibin çi ji destê kê tê bila bikin.
Em hewl û xebatên li ser vê mijarê wekî peywireke mirovî dibînin.
Em ragihînin, em hem wekî mirovan û hem wekî saziyan amade ne ku çi ji destê me were em bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse