Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan peywendiyeke telefonî pêk anîn

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê nû Hakan Fîdan peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Piştî ku Hakan Fîdan weke Wezîrê Derve yê Tirkiyê hat destnîşankirin, îro di peywendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê peywendiyê de li ser twittera xwe ragihandiye: “Di pêwendiyeke telefonî de min pîrozbahî li Hakan Fîdan kir ji ber destnîşankirina wî wek wezîrê derve yê nû yê Tirkiyê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez li bendê me ku bi wî re kar bikim û hevkariyên me kûrtir bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst