Derbarê êrîşa li Mêrdînê ya li dijî welatiyên Duhokê de pêşhateyeke nû

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Êrişa Mêrdînî Duhok Mêrdîn Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêpirsîna ku ji bo êrîşa çekdarî ya ku 4 meh û nîv berê li ser rêya Mêrdînê birin ser otomobîla hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, ku tê de 5 kes hatibûn kuştin bidawî bû. Ji 4 bergumanên girtî ji bo 3 kesan cezayê hepsê yê girankirî yê heta hetayê û ji 11 salan heta 18 salan cezayê zindanîkirinê û ji bo yekê jî ji 5 salan heta 12 salan daxwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Lêpirsîna, derbarê kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê bidawî bû.  Piştî bûyerê 6 gumanbar hatibûn desteserkirin û du ji wan piştî îfade wergirtinê hatibûn berdan û lêpirsîna ligel 4 kesan din jî hat kirin.

Şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (63 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (69 salî), Çîmen Şahîn (75 salî) hevjîna wî û Hindirên Ebdullah (39 salî) keça wan e.

Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê vê êrîşê de dabû destpêkirin hat temamkirin.

Îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê a der barê bersûcên girtî Abdullah K, Faris A, Murat Y. û Îbrahîm D. hat amadekirin de ji aliyê  Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya 4emîn ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de ji bo bersûcên girtî Abdullah K. Faris A. û Murat Y. ji ber tawanên "kuştina bizanebûn" û  "talanê" cezayê hepsê yê heta hetayê û ji 11 salan heta 18 salan cezayê hepsê, ji bo Îbrahîm D. jî ji ber tawanê "çek û gule bêdestûr xistine welat û firotine" ji 5 salan heta 12 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Çi bibû

Şeva 19ê Çileya 2023an li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn li Duhokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Xalid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê. Wahîde Heyder Casim li Amedê randevûya doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Roja 23ê Çileya 2023an gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê bo Dadgeha Mêrdînê hatine birin. Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê bo Dadweriya  Sulhê ya Cezayê hatin şandin.

Piştî îfadeyan dadwer derbarê Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst