Li Hezexê tankêreke sotemeniyê li zarokekî 7 salî da

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hezex Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve tankêreke sotemeniyê li zarokeke 7 salî da.

Li gor agahiyan, li Taxa Yukarî ya Hezexê îro 6ê Hezîranê 2023ê tankêreke barê xwe sotemenî li zarokek 7 salî yê bi navê Herdem Argîn ku dixwest biçe aliyê din ê rê daye.

Di encama bûyerê de Herdemê 7 salî bi giranî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Hatiye ragihandin ku birîna wî zarokê 7 salî giran e.

Li gor agahiyan welatiyên ku li derdora cihê bûyerê bûne wek nerazîbûnê êrişî şofêrê tankêrê kirine û li wî dane.

Derbarê wê yekê de ku polîsan ew şofêr girtine yan na, ti agahiyek nehatiye ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst