Polîsên Serbazî welatiyekî Kurd li Efrînê girtine

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Serbazî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve welatiyekî Kurd ê ji gundê Hecîlar ê Efrînê girtine.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, Polîsên Serbazî welatiyê bi navê Amir Mislim Silêman ê 34 salî ku xelkê gundê Hecîlar ê Efrînê ye girtine.

Li gorî heman çavkaniyê, welatiyê navborî bi tohmeta ku “xizmeta serbazî di dema Rêveberiya Xweser de kiriye” hatiye girtin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihandiye jî ku ew “tohmeta amadekirî” bûye behaneyek ji bo girtin û revandina welatiyên Efrînê ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê ve.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji adara 2018an ve di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdarên sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.