Li Kampa Mam Reşan a Duhokê xortekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Encûmena Rêveberiya Kampa Mam Reşan a ser bi navçeya Şêxan a parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê ragihand, îro Duşema 6ê Hezîrana 2022an dikandarekî 24 salî yê li kampê, di encama ketina blokekê de canê xwe ji dest da.

Endamê Encûmena Rêveberiya Kampa Mam Reşan a Şêxanê Bapîr Cûqî îro Duşemê ji Rûdawê re ragihand, “Îro di saet 18:30an de piştî ku bayeke xurt dest pê kir û toz bariya ciwanê bi navê Hemîd Hecî yê 24 salî ku xwediyê dikaneke fêkîfiroşiyê bû, xwestiye biçe derve ji bo ku derî bigire, di wê demê de blokek bi ser de dikeve, her çend radikin Nexweşxaneya Şêxanê jî lê canê xwe ji dest da."

Hemîd Hecî xelkê Şingalê bûye û çend sal in li Kampa Mam Reşan dixebitî.

Bapîr Cûqî her wiha diyar kir, ji ber toza ku îro danê êvarê kamp û warê wan girtiye, bûye sedema qutbûna elektrîka kampê.

Li Kampa Mam Reşan a navçeya Şêxanê penaberên Şingalî dimînin, niha 1565 malbat tê de dijîn û nifûsa wê 7750 ye.

Rêveberê Koçberan û Bersiva Qeyranan li parêzgeha Duhokê Pîr Deyan Cafer ji Rûdawê re ragihand, “Ew xort li ber dikana xwe ya ku ji dar û tenekeyan çêkiriye bûye, dema ku reşeba radibe, blokeke ku li ser banê dikana xwe danîbû bi ser wî de dikeve û ew canê xwe ji dest dide.”

Pîr Deyan Cafer her wiha got, “Cenazeyê wî dê bibin Şingalê û li wir binax bikin.”