Rêveberiya Xweser doz li dijî akademîsyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber postên li ser medya civakî di derbarê xerabiya qaliteya nan de, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê doz li dijî akademîsyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn vekir.

Li gorî wê dozê ku bi navê Desteya Aborî û Çandiniya Rêveberiya Xweser û mafê giştî hatiye vekirin, tê idîakirin ku Dr. Ferîd Sedûn gotinên xerab li dijî Desteya Aborî û Çandiniyê bikar aniye û ew teşhîr kiriye.

Di dozê de hatiye gotin, ku Dr. Ferîd Sedûn sibe roja sêşemê biçe dadgeha Qamişlo.

Ferîd Seidûn ji Rûdawê re ragihand ku ji ber ku wî weke piraniya xelkên Rojavayê Kurdistanê, têbînî û rexneya xwe li ser qalîteya xirab a nan aniye ziman û behsa gendeliyê kiribû astengî ji wî re derketibûn.

Berî niha jî, Desteya Aborî û Çandiniyê doz li dijî Dr. Ferîd vekiribû, wê demê dadgehê ti biryar di wê derbarê de nedabû û pirs hatibû çareserkirin.