Jîngehê derdorê Geliyê Munzur hat paqijkirin

06-06-2021
Ali Haydar Gozlu
Şaredariya Dêrsimê hewleke paqijkirin û komkirina gilêşê birêve bir
Şaredariya Dêrsimê hewleke paqijkirin û komkirina gilêşê birêve bir
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Roja Cîhanî ya Jîngehê
A+ A-

Dêrsim (Rûdawe) - Li Parka Nîştimanî ya Dêrsimê, di Roja Cîhanî ya Jîngehê de hewleke paqijkirinê birêve çû û di wê hewlê de hejmareke zêde ya jîngeparêzan têde beşdar bûn, gelek gilêş bi taybet paşmayên plastîkan kom kirin. Şaredariya Dêrsimê bi pereyê ku ji komkirina gilêşê bidest dixe alîkariya xwendevanên kêm deramet dike.

Şaredariya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Jîngehê de li Geliyê Munzur û Pilemûrê hewleke paqijkirin û komkirina gilêşê birêve bir. 

Kesên beşdar,  paşma û gilêş kom kirin û tîmên şaredariyê û hejmareke jîngeparêzan û xelkê bajar  di vê hewla paqijkirinê de beşdar bûn.

Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu got: “Îro, Roja Cîhanî ya Jîngehê ye, ji bo vê armancê em bi heval û komeleyan re hatin ba hev. Em dixwazin jîngeha xwe paqij bikin. Em dibêjin divê mirovên me jîngeha xwe pak bihêlin û wê qirêj nekin, lê ew qirêj dikin û em neçar in ku salê du-sê caran wê paqij bikin. Ji ber qirêjiyê kes nikare geştê bike.”

Beşeke zêde ya wan paşmayên ku hatin komkirin, şûşe û pilastîk bûn ku ziyaneke wan a zaf bo jîngeh û xwezaya navçeyê heye.  Wan tîman di dema kar de stran û şehyanên Kurdî pêşkêş kirin û daxwaz  kirin ew kesên ku bo seyran û geştê serdana wan navçeyan dikin paqijiya deverê biparêzin. 

Çalakvan Mavîş Guneşer jî got: “Şaredariya Dêrsimê 4 otobûs mirov anîn vê derê. Em dê geliyê Munzur û geliyê Pilemûrê paqij bikin. Me poşet, şûşeyên bîrayê û çend betlên plastîk kom kirin.Me ji beşa jêrîn a rê herî zêde şûşeyên bîrayê kom kirin. Ez ji vir banga kargeha Munzur Avê dikim. Ew avê difroşin, lê ew hewce ne ku kampanyayek çêbikin da ku betlên plastîk neyên avêtin û divê ew ji bo paqijiyê tedbîrên xwe bigirin. Çente û rûn ji xwezayê re zirar e, divê mirov li cîhanê û li Dêrsimê xwezayê biparêze.”

Geliyê Munzurê ku ji sala 1971ê ve bûye parka nîştimanî li ser asta Tirkiyê  û Bakurê Kurdistanê duyemîn parka herî mezin a nîştimanî ye. Pêwîst e tevahiya 42 hezar donim ji rûberê vê parkê di bin parêzgariya dewletê de be, lê weke beşek ji beşdarbûyan dibêjin, ev navçe tejî gilêş bûye.

Çalakvan Dilek Kizilkaya jî got: “Îro em li Dêrsimê ne, li geliyê Munzurê, ev der duyemin parka herî mezin a nîştimanî ya Tirkiyê ye, pêwîst bo ku bi başî çavdêriya vê parka mezin û xweşik bê kirin û bê parastin, lê tejî gilş bûye. îro em di bin siya şaredariyê de kom bûne û me biryar daye ku gilêşa ku heye paqij bikin.”

Şaredariya Dêrsimê bi wê dahata ku bi rêya komkirina gileşê bi dest dixe alîkariya wan xwendevanan dike ku bo dirêjedan bi proseya xwendinê pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst