Deriyê Pêşabûr-Sêmalka bo vegera xelkê vedibe

06-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Sêmalka Deriyê Sêmalka Pêşabûr Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand, ku wan biryar dane, sibe deriyê sînorî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji bo nexweşiyê serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn yan bi ziyaret hatibûn û asê mabûn derî tê vekirin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ragihand ku ew dê ji sibê Yekşemê 7ê Hezîranê ve dê pêşwaziya xelkê Rojavayê Kurdistanê  bike.

Ji ber koronayê cara yekemîn di 14 meha Adara 2019an, deriyê Pêşabûr - Sêmalka hatibû girtin, paşê 27 Gulanê ji bo vegera xelkê hate vekirin, lê piştî ku li Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin derî dubarê hatibû girtin.

Sibe wê ji kampa Berdereş jî xelkê ku dixwazin biçin, dê bikaribin vegerin.

Deriyê Pêşabûr - Sêmalka, deriyekî çûn û hatina xelkê û bazirganiyê ye di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye.

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dema bidawîbûna vê biryarê diyar nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst