ÊLIH – Cotyar bi dor her roj zeviya kesekî bi birincê diçînin

06-06-2020
RÛDAW
Nîşan Êlih Birinc Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Niştecihên gundekî Êliha Bakurê Kurdistanê bi dor her roj zeviya kesekî bi birinc diçînin û hemwelatiyek jî dibêje, “Tenê bi malbatekê çandina birinc zehmet e. Li gund em hemû hevkariya hev dikin.”

Li gundê Dêrdilê yê ser bi navçeya Kercewsê ve li parêzgeha Êlihê ku 70 mal lê hene û 400 lê niştecih in, bi hevkarî zeviyên xwe yên birinc diçînin.

Li wî gundî çandina birinc tekane rêya dabînakirina debara jiyanê ye û gundî jî dibêjin, ev rêbaz ji bav û kalên wan bo wan maye û ew jî berdewam dikin û alîkariya hev dikin.

Yek ji niştecihên wî gundî Seyîthan Kavak ê 60 salî ji ajansa DHAyê re ragihand, “Tenê bi malbatekê çandinina birinc zehmet dibe. Em li gund alîkariya hev dikin û her roj em he roj birincê malbatekê diçînin.”

Bi gotina Kavak birinca ku berhem tînin bi temamî organîk e û tama wê gelek xweş e dû dibêje: “Em di nava ava weke qeşeya de çêdikin. Em qet madeyên kimwayî bikar nahênin.  Em niha li zeviyên xwe golên biçûk hewza çêdikin. Em zeviyên ku birincê lê diçînin di nava avê de dihêlin. Em bo heyama 6 mehan avê jê kêm nakin. Heta zer dibe di nava avê de dimînin. Dema zer dibin em dest bi berhevkirinê dikin. Karêm gelek zehmet e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst